PeyamaKurd - Ciwanên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê li bajarê Mersîn ê Tirkiyê tirnûwayeke futbolê li dar xistin.
Endamê Komîteya Tirnûwaya Futbolê Fawaz Husên ji medya tirk re, ragihand ku tirnûwaya futbolê 40 rojan dom kiriye, 8 tîmên futbolê tê de cî girtine û 100 ciwanên di bin temenê 18 salî de beşdariya wê kirine.
Husên diyar kiriye ku wan bêyî piştgiriya ti aliyekî ew tirnûwa bi beşdariya ciwanên Kurd û Ereb li dar xistiye.
Maça dawî ya tirnûwayê di navbera tîmên Cîhad Kobanî û Nicom de hatiye kirin û tîma Cîhad Kobanî bi encama 3-0 bi ser ketiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin