COVID-19 | 2 wefat û 73 pêketiyên din hatin tomarkirin

COVID-19 | 2 wefat û 73 pêketiyên din hatin tomarkirin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya îro 28ê Çile de ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de 73 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 2 kes jî pê mirine.

Di daxuyaniyê de hat eşkere kirin; di 24 demjimêrên borî de 73 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 15 kes li Hewlêrê, 12 kes li Silêmaniyê, 40 kes li Duhokê û 6 kes li Germiyanê ne.

Wezaretê diyar kir, di 24 demjimêrêm bûrî de 2 kesan li Duhokê ji ber vîrûsa Koronayê wefat kirine.

Herwiha hat ragihandin ku di 24 demjimêran de 970 kes jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketinên koronayê gihîşt 105912 kesan, ya mirinan bû 3466 kes û heta niha 97310 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin