COVID-19 | 21 mirin û 500 pêketinên nû hatin tomarkirin

COVID-19 | 21 mirin û 500 pêketinên nû hatin tomarkirin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya îro Sêşemê ya rewşa vîrusa koronayê (Covid-19) de ragihand, di nav 24 demjimêrên borî de 500 kesên din pê ketine û 21 nexweş jî mirine.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ji 500 pêketiyên nû; 135 kes li Hewlêrê, 164 kes li Silêmaniyê, 169 kes li Duhokê, 14 kes li Helebceyê, 16 kes li Germiyanê, 2 kes li Raperînê ne.

21 kesên can dane jî 5 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 5 kes li Duhokê û 2 kes li Helebce, 1 kes li Germiyanê û 2 kes li Raperînê ne.

Herwiha hat ragihandin ku di nav 24 demjimêran de 211 nexweşên koronayê jî baş bûne.

Bi van amaran re li Herêma Kurdistanê hejmara giştî ya pêketiyan gihîş 94 hezar û 321 kesan, ya mirinan bû 3 hezar û 36 kes û heta niha 58 hezar û 316 nexweş jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin