COVID-19 | Wezareta Tenduristiyê hejmarên dawî eskere kirin

COVID-19 | Wezareta Tenduristiyê hejmarên dawî eskere kirin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê, di daxuyaniya xwe ya îro 1ê Çileyê 2021ê ya derbarê rewşa vîrusa koronayê de ragihand ku 122 kesên din pê ketine û 4 kesan jî jiyana xwe dest daye.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê de hat eşkerekirin, di 24 demjimêrên borî de 122 kes bi vîrûsa koronayê ketine ku 27 kes li Hewlêrê, 22 kes li Silêmaniyê, 70 kes li Duhokê, 2 kes li Germiyanê û 1 kes jî li Raperînê ye.

Herwiha hat ragihandin ku 4 kesan jî ji ber vîrûsa koronayê can daye ku 3 kes li Silêmaniyê û 1 kes li Germiyanê ye.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di 24 demjimêran de 979 nexweşên koronayê baş bûne ku ew jî 348 kes li Hewlêrê, 181 kes li Silêmaniyê, 368 kes li Duhokê, 48 kes li Raperînê, 34 kes li Germiyanê ne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketinên koronayê gihîşt 103497 kesan, ya mirinan bû 3388 kes û heta niha 71195 nexweş jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin