Cihûyên Kurdistanê Hanûkayê pîroz dikin

Cihûyên Kurdistanê Hanûkayê pîroz dikin

PeyamaKurd - Cihûyên Herêma Kurdistanê li bajarokê El Qoş ê girêdayî parêzgeha Duhokê li ser mezargeha Pêxember Nahom hatin ba hev û bi merasîmekê Cejna Ronahiyê (Hanuka) pîroz kirin.

Cejna Ronahiyê her sal 25ê meha Kîslîfê (Kanûn) dest pê dike û 8 rojavan berdewam dike.

Di merasîma pîrozkirinê de 9 mûm têne vêxistin, 8 mûm ji bo her rojeke cejnê li ser şemdanan tên vêxistin û mûma 9emîn jî li ser gora Pêxember Nahom tê vêxistin.

Kurdekî Cihû yê bi navê Renc Kohîn di vê derbarê de ji K24ê re ragihandiye, Cihûyên Herêma Kurdistanê salane vê cejnê di keşeke tebayî, aramiyê û pêkvejiyanê de pîroz dikin û gotiye, “Hemû olên li Herêma Kurdistanê hene, bi azadî û bê cudahî cejnên xwe birêve dibin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin