PeyamaKurd - Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, zilamekî kurd ê 73 salî di bin îşkenceya çekdarên girêdayî Tirkiyê de hat kuştin.
Ji dema ku bajarê Efrînê hatiye dagirkirin heta niha bi sedan kurd bi destê çekdarên bi ser Tirkiyê ve hatin revandin û rastî tundiyên giran hatin.
Rêxistina Mafên Mirovan a li Efrînê ragihand ku kalemêrê Kurd ê 73 salî bi navê Silêman Hemok ku xelkê gundê Kanî Gewirkê ye û 29ê meha borî ji aliyê çekdaran ve rastî îşkenceyeke giran hatibû, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.
Hêjayî gotinê ye, bajarê Efrînê ji 18ê Adara 2018an ve ketiye jêr kontrola Tirkiye û komên çekdarên girêdayî wê ku ji roja hatiye dagirkirin ve bûyerên dizî, talan, kuştin, revandin û fîdyeyê berdewam dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin