PeyamaKurd - Serok Barzanî li gel Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê Mesûd Tek civiya.
Di civînê de Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê ronahî xist ser rewşa siyasî li Tirkiyê, rewşa Kurdî û aliyên siyasî yên Kurdî li Tirkiyê. Herwiha bal kişand ser wan astengî û aloziyan kir ku vê dawiyê di jiyana siyasî ya gelê Kurd de li Tirkiyê derketine.
Di beşeke din ya civînê de, Mesûd Tek behsa proseya siyasî û hilbijartinên dahatî yên Tirkiyê kir.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî behsa rewşa Herêma Kurdistanê û bûyerên piştî referandûmê kir û dilgiraniya xwe derbarê pêşeroja gelê Kurd li Sûriyê da xuyakirin.
Derbarê rewşa aliyên siyasî yên Kurd li Bakurê Kurdistanê, Serok Barzanî şêretên pêwîst pêşkêş kir û amadebûna xwe ji bo alîkariyê di çareseriya aştiyane ya doza Kurd û xebata siyasî ya gelê Kurd de, li Bakurê Kurdistanê ragihand.
Her di wê civînê de, Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê sersaxî û hevxemiya xwe li ser koça dawî ya Xwedêjêrazî Dilovan Îdrîs Barzanî ji Serok Barzanî re ragihand.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin