Erdogan: Me kurê Bexdadî jî girtiye…

Erdogan: Me kurê Bexdadî jî girtiye…

PeyamaKurd - Serokmarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan beriya serdana xwe ya Macaristdanê daxuyanî dan û piştî ku ragihandibû jina Bexdadî salek û nîv e li cem wan girtî ye, vê carê jî got, kurê Bexdadî jî hatiye girtin.

Erdogan li Balafirxaneya Esenboga ya Enqerê berî serdana Macaristanê di civîneke rojanamevanî de li ser rêkeftina bi Amerîkayê re ya piştî destpêkirina êrîşên ser Rojava got ku diviyabû di nav 120 saetan de YPG ji sînoran vekişe, lê venekişiyane.

Erdogan li ser rêkeftina bi Rûsyayê re jî diyar kir ku diviyabû YPG di heyama 150 saetan de xwe ji sînor vekişine lê dîsa venekişiyane.

Serokomarê Tirkiyê da xuyakirin ku ew dê di serdana xwe Amerîkayê de wan babetan bi Serokê Amerîka Donald Trump re biaxive.

Erdogan herwiha ragihand, hevjîna Bexdadî û zarokê wî hatine girtin û ew yek lêkolîna DNA jî hatiye piştrastkirin.

Tê çaverêkirin Erdogan 13ê Mijdarê serdana Amerîka bike ku şeva dan Trump piştî pêwendiya telefonî jî vexwendina Erdogan piştrast kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin