NH: Rejîma Esed me bêçare dike

NH: Rejîma Esed me bêçare dike

PeyamaKurd- Cîgirê sekreterê Neteweyên Hevgirtî yê berpirsê alîkariya mirovî Mark Lowcock ragihand ku bi sedema rejîma Esed astengî derdixe, ew nikarin alîkariya mirovî bigihînin 200 hezar sîvîlên li Xûta Rojhilat.

NH dibêje tevî ku ji nîsanê û vir de dorpêça ser Xûtayê rabûye û ji herêmê 150 hezar sîvîl derketine jî, di herêmê de tiştekî neguhiriye. Ev jî nişan dide ku NH li ber rejîma Esed bêçare maye. Ev 6 mehe ku heya niha tenê karibûne konvoyeka biçûk alîkarî bişînin herêmê.

Lowcock got ku tevî em seredana rejîmê dikin da alîkariya mirovî bigihînin herêman Lê rejîm ji xwe bersiva wan nade û wan bilî dike. Lowcock weha dewam kir:

“ Eger rejîm erê neke, em ê di daxwaza xwe de dewam bikin. Bo alîkarî bigihê ciyên xwe, me bi dewletên pêwendîdar re hevdîtinan kiriye. Bo mesrefa alîkariyê, me ji fona mirovî ya Neteweyên Hevgirtî 16 mîlyon dolar pere veqetandiye.”

Li ser herêma Îdlîbê jî Lowcock weha got: “Halê Îdlîbê xahf xerab e. Me di ser Tirkiyê de, bi konvoyan gelek alîkarî dişand Îdlîbê. Herî dawiyê me alîkarî bo 50 hezar kesî şand. Her çendîn kêm be jî, me karibû bo wan xizmeta tenduristiyê û perwerdê bikin. Me xwest di ser Îdlîbê de xwe bigihînin Şamê û Tirkiye îzin da me lê rejîm nehişt.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin