Ji ber nexwesiyê Pêsmergeyê Soresa Îlonê Barzan Mela Xalid îro wefat kir

Ji ber nexwesiyê Pêsmergeyê Soresa Îlonê Barzan Mela Xalid îro wefat kir

PeyamaKurd – Bêjerê qedîm yê Radyoya Dengê Kurdistana Başûr yê serdema Îlonê, Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê Barzan Mela Xalid îro li nexweşxaneyeke Enqerê wefat kir.

Barzan Mela Xalid, yek ji bêjerên qedîm yê Radyoya Dengê Kurdistana Başûr bû di serdama Şoreşa Îlona di rêbertiya Mela Mistefa Barzanî de.

Barzan Mela Xalid, di sala 1945an de li gundê Mutke yê nahiya Quştepe ya Hewlêrê ji dayik bûbû. Di sala 1966an de bûbû pêşmerge û tevlî Şoreşa Îlonê bûbû.

Bavê Barzan, melayekî welatperwer û kesekî nêzîkî Mela Mistefa Barzanî bû. Ji ber ku gelekî ji Barzaniyê nemir hez dikir, ji ber wê navê kurê xwe jî kiribû Barzan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin