Du jin ji bo rêveberiya Amed Sporê hatin hilbijartin

Du jin ji bo rêveberiya Amed Sporê hatin hilbijartin

PeyamaKurd – Du jinên futbolîzên tîma Jinan a Amedsporê di kongreya giştî ya AmedSporê de bo rêveberiyê hatin hilbijartin.

Futbolîzên jin Zelal Bal û Dîlan Bayoglu ku di salên 2012 – 2017an de di tîma jinan de lîstibûn, di kongreya duyemîn a AmedSporê de ku çend roj berê pêk hat de, wekî rêveberên tîma AmedSporê hatin hilbijartin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê herdu jinên ketine rêveberiya AmedSporê diyar kirine ku ew dê wekî jin di sporê de çalak bibin û gotine, futbol ne tenê spora mêran e, herwiha jin jî dikarin di wê qadê de xwedî rolekê bin.

Dîlan Bayoglu gotiye, futbolê gelek tişt bi wê dane qezenckirin û armanca wa di rêveberiya AmedSporê de ew e, zihniyeta serdestbûna mêran biguherînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin