PeyamaKurd – Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM), navendeke ramanê ya li Dîyarbekirê ku li ser gelek pirsgirêkên civakî yên li Tirkiyeyê, bi taybetî jî li ser pirsgirêka Kurd, lêkolînên akademîk û meydanî dike, rêveberiya xwe ya nû ragihand.
Civîna Giştî ya Asayî ya 6emîn, ku li hola civînê ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Dîyarbekirê (DTSO) pêk hat, bi axaftina vekirinê ya serokê niha Mesut Azizoğlu dest pê kir.
Azizoğlu bal kişand ser rola girîng a DÎTAMê di lêgerîna çareseriyên demokratîk û bandora civakî ya projeyên wê de. Serokên berê Mehmet Vural û Mehmet Kaya jî di civata giştî de axivîn û nêrînên xwe li ser vîzyon û dîroka saziyê parve kirin.
Piştî hilbijartina serokatiyê, raporên çalakî, darayî û yên denetimê hatin xwendin û bi yekdengî hatin pejirandin. Hilbijartin bi lîsteyek yekane ku ji endamên tîma rêveberiya berê pêk dihat, hatin lidarxistin. Bi yek dengiya delegeyan Mesut Azîzoglu, Sedat Yurtdaş, Meral Ozdemîr, Ahmet Ozmen, Nevîn Soyukaya, Mahmut Bozarslan, Sevîm Vural, Mahmut Lezgîn Yalçin, Dîlan Kaya Taşdelen, Bariş Yavuz û Cîhan Ay ji bo dîwanê hatin hilbijartin.
Lijneya çavdêriyê ji Şiyar Bozhan, Hasan Şeker û Osman Kazici pêk tê.
Li gor zanyariyên Rûdawê, tê çaverêkirin ku lijneya ku nû hatiye hilbijartin di rojên pêş de yekem civîna xwe li dar bixe û erkan di navbera endamên xwe de dabeş bike û xebatên xwe yên dema nû bileztir bike.