PeyamaKurd - Dadgeha Federal a Iraqê doza ku bi angaşta encumenên şaredariyan ên Herêma Kurdistanê nedestûrîne ku li dijî Herêma Kurdistanê hatibû vekirin, red kir.
Dadgehê, doza ku sala borî bi jimara (270/Federal/2023) ya li dijî Herêma Kurdistanê, bi angaşta hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî neyasayî û nedestûrî encûmenên şaredariyan ên parêzgehan ava kiriye red kir. Dadgeha Federal ragihand ku di avakirina encûmenan de ti tiştekî nedestûrî yan jî deryasayî tune ye.
Dadgehê her wiha diyar kir ku ji alî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve sazkirina encûmenên şaredariyan li gor madeya 13mîn a destûra Iraqê jî ne çewt e.
Sala borî kesên bi navê Raad Rafa Mihemed, Ako Mihemed Mehmûd, Badel Ebdulbaqî Ebûbekir û Elî Ehmed Baban, li Dadgeha Federal a Irakê, li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê gilî kiribûn û ji ber wê yekê doz hatibû vekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin