PeyamaKurd - Dadgeha Tawanan a Kerkûkê biryara dawî li ser yek ji gilînameyên li dijî Nûnerê Cotkarên Kurd li Sergeranê Mihemed Emîn da û li gorî madeya 229ê ya qanûna cezakirinê ya Iraqê yek milyon dînarên Iraqî cezayê pereyan li wî birî.
Ev biryar li ser gilînameya leşkerekî artêşa Iraqê yê bi navê Kerar Şakir hat dayîn. Hêjayî gotinê ye, gilînameyên ewil ên ku Mihemed Emîn bi xwe li dijî leşkeran tomarkiribûn ji aliyê dadgehê ve hatibûn cemidandin.
Ev bûyer vedigere 17ê Sibata 2025an ku li gundê Şenaxeyê hêzeke artêşê rê li Mihemed Emîn girtibû û sivakatî bi wî kiribû. Dîmenên vê bûyerê yên ku hatibûn tomarkirin li navxwe û navneteweyî dengvedaneke mezin çêkiribû.
Mihemed Emîn ragihand ku ew niha li benda dosyeya duyem e ku ji aliyê Fermandariya Operasyonan ve li dijî wî hatiye tomarkirin û destnîşan kir ku tevî hemû zext û cezayan ew ê dest ji maf û zeviyên xwe bernede.