PeyamaKurd - Encûmena Wezîran a Iraqê, di civîna xwe ya pêncem a ligel şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê de mijara yekkirina gumrikan û sîstema dîjîtal a cîhanî "Asycuda" gotûbêj kir û çend pêşniyarên girîng pêşkêşî hikûmetê kirin.
Li gorî belgeya ku ji aliyê Wezîrê Darayî yê Federal Falih Sarî ve hatiye îmze kirin, biryar hatiye girtin ku komîteyeke hevbeş di navbera Bexda û Hewlêrê de were avakirin ji bo ku lêkolîneke giştgir li seranserê xeta sînorî ya Herêma Kurdistanê pêk were.
Di vê çarçoveyê de, dergehên nefermî û pîşesazî yên ku mercên wan ên qanûnî ne di cih de ne, dê di nava 30 rojan de rapor li ser bê amade kirin û ji aliyê Hêzên Parastina Sînor ên Federal ve bên girtin daku rûpeleke nû di sîstema ewlehiya sînoran de were çêkirin.
Hate diyarkirin ku wê Wezareta Darayî ya Iraqê bi hevahengiya ligel Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê reşnivîseke yekgirtî ji bo hemû "lêborînên gumrikî" amade bike daku piştî pejirandina serokan li hemû dergehan bê bicihanîn.
Ji bo parvekirina dahata gumrikê ya dergehên Herêma Kurdistanê jî Encûmena Aborî du pêşniyarên sereke yên li ser bingeha nîv bi nîv (ji sedî 50) amade kirine; li gorî plana yekem, hemû dahat diçe Bexdayê û piştre nîvê wê vedigere ser hesabê Herêmê û li gorî plana duyem jî li ser sînor du hesabên bankê yên cuda tên vekirin da ku her aliyek para xwe yekser wergire.