‘DAIS li deverên Kurdistanî bihêz bûye, dikare bajaran jî bistîne’

‘DAIS li deverên Kurdistanî bihêz bûye, dikare bajaran jî bistîne’

PeyamaKurd – Fermandarê Yekîneya 70 ya Pêşmerge Şêx Cafer Şêx Mistefa got, “Çalakiyên DAIŞê li deverên Kurdistanî zêde bûne û DAIŞ dîsa xwe komî hev dike.”

Li gor nûçeya BasNewsê Şêx Mistefa ku di heman demê de endamê polîtburoya YNKê ye da xuyakirin, “Rast e êdî ti bajar yan jî cihek di destê DAIŞê de nemaye, lê ev nayê wê wateyê ku DAIŞ xilas bûye. Nexêr, DAIŞ xilas nebûye li deverên Kurdistanî yên mîna Xaneqîn, Mendelî û hinek deverên din yên Iraqê çalakiyên wan zêde bûne.”

Şêx Cafer Şêx Mistefa destnîşan kir, rêxistina DAÎŞ him xwe komî hev dike him jî hêzên xwe zêde dike û wiha got:

“Baregehên wan li çiyayê Hemrîn, çiyayê Qereçox û rojhilatê Xurmatû hene. Helbet ev tên zanîn, dibe ku li hinek cihên din jî hebin. Hêza wan têra wê dike ku bajaran jî bigirin.”

Fermandarê Pêşmerge anî ziman ku sebeba serekî ya bihêzbûna DAIŞê li deverên Kurdistanî, lawazbûna hêzên Iraqî ye ku ew nikarin wê valahiya ewlehiyê tijî bikin û wiha peyivî:

“Hêzên Pêşmerge destê DAIŞê li Kerkûk û deverên din qut kiribû, lê piştî rûdanên 16 Cotmeha 2017an hêzên Iraqî nekarîn wê valahiya ku ji ber nebûna Pêşmerge derketiye, tijî bikin. Hêzên xwe li hember Pêşmerge bicih dikin, naçin wan deverên ku DAIŞ heye.”

Mistefa herwiha da zanîn ku Wezareta Pêşmerge daxwaz ji Amerîka û hêzên hevpeyman kiriye, parastina ewlehiya bajaran bidin hêzên polîs û asayişê û bila hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê jî bi hevbeşî li wan deverên DAÎŞ lê heye bicih bibin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin