PeyamaKurd – Hat ragihandin ku çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê êrîşî xaleke kontrolê ya polîsê federal ê Iraqê ya li başûrê bajarê Samerayê kirin.
Li gorî ragihandina medya Iraqê çekdarên DAIŞê derengiya şeva borî êrîş birin ser ser xaleke kontrolê ya polîsê federal a Iraqê ku dikeve ser navçeya Seiêwiye ya bajarokê Muitesem a başûrê Samere ya parêzgeha Selahedînê.
Hatiye ragihandin ku di encama êrîşa DAIŞê de polîsekî federal ê Iraqê hatiye kuştin û 5 polîsên din jî birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin