DAISê li Daqûqê êrîsek pêk anî: Kustî û birîndar hene

DAISê li Daqûqê êrîsek pêk anî: Kustî û birîndar hene

PeyamaKurd DAIŞê bi topên hewanê û bi çekan, êrîşek pêk anî û  hejmarek polîsên Iraqê yên li sînorê bajarokê Daqûq a ser bi parêzgeha Kerkûkê ve hatin kuştin û birîndar bûn.

Li gor efserê polîsê Daqûqê Wehab Mihemd diyar kiriye: ‘‘Îro 04.05.2021ê ber bi sibehê ve, di encama hewanbarankirin û êrîşa terorîstî ya DAIŞê li ser polîsê federal li gundê Marxonî ya navbera bajarokên Daqûq û Reşadê de, polîseke Iraqê can da, 4 polîsên din jî birîndar bûn.’’

Wehab Mihemed da zanîn: ‘‘Derveyî navçeya Marxonî ya nêzîkî Daqûqê, herwiha çekdarên DAIŞê navçeya Ereb Koyî ya Daqûqê jî hewanbaran kirin.

Roja berî vê jî 03.05.2021ê çekdarên DAIŞê êrîş kirin ser binkeyekî milîsên Heşdî Şeibî yê li gundê Beşîr a ser bi nahyeya Tazexurmatû û çekdarekî Heşdî Şeibî hate kuştin û 2 çekdarên din jî birîndar bûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin