PeyamaKurd - Hat ragihandin ku di encama êrîşeke terorîstên DAIŞê ya bi ser navendeke polîsên federalî yên Iraqê de, 2 polîsên iraqî hatine kuştin.
Li gor zanyariyan, terorîstên DAIŞê şeva borî li demjimêr 01:00ê li bajaroka Daqûqê ya Kerkûkê, êrîşî navenda polîsên federalî ya li gundê Elî Sera kirin.
Çavkaniyên herêmî radigihînin ku di encama wê êrîşê de, 2 polîsên federalî can dane û 2 jî birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin