‘DAISî xwe di nav Hesda Seibî de vedisêrin, operasyona Iraqê bi ser nakeve’

‘DAISî xwe di nav Hesda Seibî de vedisêrin, operasyona Iraqê bi ser nakeve’

PeyamaKurd – Piştî destpêkirina operasyona hêzên Iraqê li sînorên parêzgeha Kerkûkê li dijî DAIŞê, fermandarekî hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê ragihand ku operasyona dijî DAIŞê ya hêzên Iraqê bi ser nakeve.

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kerkûkê Lîwa Heme Rêgir ji BasNewsê re derbarê wê operasyona hatiye destpêkirin de gotiye: “Ew operasyona ku îro hêzên Iraqê dane destpêkirin, ji bo hin cihên parêzgeha Kerkûkê serkeftî nabe. Operasyona wan xwedê giravî li dijî çekdarên DAIŞê ye, lê di heman demê de DAIŞî bi navê Heşdî Şeibî ve xwe vedişêrin. Ango bi roj Heşdî Şeibî ne û bi şev jî DAIŞî. Êdî dê operasyonê li dijî kê bikin. Ji ber wê ev operasyonên waha ti sûdekî xwe tine.”

Fermandarê Pêşmerge dibêje: “Heta Pêşmerge venegere wî sînorî û operasyoneke berfireh pêk neyîne, navçe bi giştî jî paqij nabe û niha jî çek dane eşîrên ereban, ew jî pirsgirêkeke din a mezin e û rewş dê zêdetir ber bi alozbûnê ve biçe.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin