PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê, 48 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin û 2 kesan jî can dan.
Li gor Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 saetên dawî yên vîrûsa Koronayê belav kir û ragihand, 48 kesên din jî bi vîrûsa Koronayê ketine. 2 kesan bi Koronayê can dan. Ew jin û mêrek ji Til Temirê ne.
Haletên hatine tomarkirin: 22 kes li Reqayê, 14 kes li Kobaniyê, 6 kes li Minbicê, 2 kes li Tebqa, 2 kes li Qamişlo, 2 kes Dirbêsiyê.
Herwiha Dr. Ciwan Mistefa da zanîn, di nav 24 saetên dawî de 3 kes jî baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin, gihiştiye 2046 kesan, ji wan 516 kes baş bûne û 73 kesan jî can dane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin