PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand, tevî ku rêkeftin bi hikûmeta Sûriyê re hatiye kirin jî saziyên rêveberiyê weke berê kar dikin û ti guhertin di wan de çênebûye.
Rêveberiya Xweser li ser rêkeftina Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikûmeta Sûriyê daxuyaniyek belav kir û di 3 bendan de hin zelalkirin li ser naverok û encamên vê rêkeftinê dan.
Di daxuyaniya ku îmzeya herdu hevserokên rêveberiyê, Bêrîvan Xalid û Ebid Elmehbaş heye de, Rêveberiya Xweser ragihand, “Rêkeftina Hêzên Sûriyeya Demorkatîk bi hikûmeta Sûriyê re, rêkeftineke serbazî ye û ji bo parastina Sûriyê ji êrîşa Tirkiyê ye.”
Hat destnîşan kirin ku hemû dezgeh û saziyên Rêveberiya Xweser weke berê kar dikin û ti guhertin di wan de çênebûye.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em rêkeftinê ji bo tevahiya karmendan zelal dikin û wan ji bo xizmeta xelkê han didin.”
Di roja 5an a êrîşên leşkerî yên Tirkiyê de doh 13ê Cotmehê rêkeftin hatibû ragihandin û artêşa Sûriyê dest bi kontrolkirina herêmên bin desthilata HSDê kiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin