Daxuyaniya Almanyayê li ser perwerdeya Pêsmerge

Daxuyaniya Almanyayê li ser perwerdeya Pêsmerge

PeyamaKurd –  Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê Ursula von der Leyen û Wezîrê Derve Heiko Maas ragihandin ku divê şêwirmendên eskerî yên Almanyayê li Kurdistanê li ser karên xwe berdewam bibin.

Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê Ursula von der Leyen ji endamên parlamentoya welatê xwe re ragihand ku şêwirmendên eskerî yên Almanyayê dê li Hewlêrê li ser karên xwe berdewam bibin û li nêzî Bexdayê jî dê alîkarên hêzên Iraqê bibin.

Ursula von der Leyen diyar kir ku wezîfeya nû ya şêwirmendên leşkerî yên Almanyayê, dê meşqa şer nebe, peywira wan a nû dê fêrkirina hêzên xwecihî ji bo rakirina mayîn û bombeyên vedayî, parastina xwe ji çekên kîmyayî û biyolojî, çêkirina fêrgehên eskerî û perwerdeyê be.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin