Demirtas: HDPê bi CHPê û ÎYÎ Partiyê re hevpeymanî nekiriye

Demirtas: HDPê bi CHPê û ÎYÎ Partiyê re hevpeymanî nekiriye

PeyamaKurd - Selahattin Demrtaş tekez dike HDP ne beşek e ji Hevpeymaniya Millet e û diyar dike, “Di hilbijartinên herêmî de HDPê li gel CHP û ÎYÎ Partiyê ti tifaqek pêk neanîbû tenê li hinek bajarên mezin ji bo pêşxistina demokrasyê bi awayekî yekalî piştevaniya namzedên CHPê hatiye kirin.”

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demİrtaş ku niha girtî ye bi rêya parêzerên xwe, ligel wêneyekî xwe yê nû bal kişandiye ser hevpeymaniyên bo hilbijartinan û gotiye: “HDPê aşkere an veşartî ti tifaqek li gel Partiya Komarî ya Gel (CHP) û ÎYÎ Partiyê nekiriye û tenê li hinek bajarên mezin bi mebesta pêşxistina demokrasiyê bi awayekî yekalî piştevaniya berbijêrên CHPê kiriye û ne beşek e ji Tifaqa Millet.”

Demîrtaş tekezî li ser wê kiriye, “banga HDPê ji bo tifaqa demokrasiyê, ne hevkariyeke bo hilbijartinê ye, bangeke aqilê hevbeş e ji bo avakirina dahatûyeke ronî.”

Herwiha Demîrtaş diyar kiriye, “HDP, tundûtûjî jî di nav de, ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên me bi rêyên siyasî heye, ji pirsa Kurd ta aboriyê, ji bêdedaletiyê ta bêhêvîtiyê ji bo çareserkirina her pirsekê bi aqilekî hevbeş van bangan dike.”

Demîrtaş, “HDP hêza xwe ji xelkê digire û hesabê tenê dide xelkê. Nikarin bi zext û êrişan HDPê paş bixin. Li şûna dîtina HDPê wek ‘dijmin’ekê, pêkanîna diyaloga li gel HDPê dê ji bo Tirkiyê ya baştirîn be.”

Her wiha Hevserokê berê yê HDPê bibîr dixek, “Divê em jî wek HDP kêmasiyên xwe, şaşiyên xwe ji dil tesbît bikin û xwe, armanc û pêşniyazên çareseriyê ji bo civaka Tirkiyê bi awayekî aşkeretirîn vebêjin.”

Hêjayî gotinê ye ku hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ji Cotmeha sala 2016an ve li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin