PeyamaKurd – Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş ku li girtîgeha Edirneyê girtî ye, derbarê êrîşa ser avahiya HDPê ya kuştina xebatkara partiyê Denîz Poyraz de peyamek belav kir û got, em failan nas dikin, mebesta wan dizanin.
Demirtaş di peyama xwe de sersaxî ji malbata Denîz Poyraz û gelê Kurd re xwest û got: "Êşa me mezin e lê hêvî û xweragiriya me mezintir e. Em failan nas dikin, mebesta wan dizanin. Loma jî emê di hêrsa xwe de têk neçin û qet dev ji têkoşîna xwe ya demokratîk û lêgerîna aştiyê bernedin. Rêya pêşîgirtina provokasyonan mezinkirina têkoşîna demokrasiyê û hevgirtin e.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin