Halevy axifî: Bo serê Rûsya-Îsraîlê hisyar bin

Halevy axifî: Bo serê Rûsya-Îsraîlê hisyar bin

PeyamaKurd-Serokê MOSSADê yê berê Efraim Halevy ragihand ku îhtîmala şerê navbera Rûsya-Îsraîlê zêdetir bûye.

Halevy di televîzyona Îsraîlê ya kanal 10 de axifî û li ser rewşa dawî ya navbera Rûsya û Îsraîlê şiroveyan kir. Halevy ragihand ku îhtîmala şer bi Rûsya re zêdetir bûye û weha dewam kir:

“Dê ev şer bi welatekî re be ku li bakûrê me dixwaze xwe qaîm bike. Ev welat li aliyê bakûrê me serdest e. Dibe ku em û Rûsya şer bikin. Dibe ku hêzên Îsrîlê bi yên Rûsya re werin hemberê hev û şer derê. Divê em çareyekî bibînin da bi vê hêza super re derên serî û dema şer derê, divê em ji şer serkeftî derên.”

Li ser pirsa ku Rûsya çima dixwaze serê Îsraîlê bitewîne, Halevy weha got: “Rûsya dema ket Sûriyê bo demeka dirêj bimîne ketê. Baregehên leşkerî û hêza xwe bo bi deh salan bimîne ava kir. Ez wisa zanim ku naxwaze hevkarê wî yê stratejîk yê herêmê Îran mexlûb bibe û ev ne bo fêda wî ye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin