PeyamaKurd – Siyasetmedar û Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş ku ev 7 sal in di girtîgeha Edirneyê de girtî ye, piştî wefata bavê xwe îro 2yê Çile di Doza Kobaniyê de bi rêya SEGBÎSê parastina xwe kir.
Demîrtaş sersaxî qebûl kirin û bavê xwe bi van gotinan bi bîr anî: “Ez parastina xwe di kesayetiya bavê xwe Tahir Hostayê kedkar de pêşkêşî hemû bav û dayîkên kedkar dikim.”
Demirtaş di destpêka parastina xwe de gotina Bauman a "Niha destên siyasetê girêdayî ne" bi bîr xist û wiha axivî: “Siyaset çima li Tirkiyeyê hilweşiya? Kê em şandin girtîgehê? Em dê bi hemû hêza xwe bi vê dozê dîroka gelê xwe careke din ronî bikin. Her kesî dît ku sêv ket lê tenê Newton pirsî 'Çima?'. Em ê jî bipirsin 'Çima?' Çima ev xirabiya zêde?' Bi rêya vê dozê, ez dê çavkaniya xerabiyê vebêjim.”
Selahattîn Demirtaş bal kişand ser doza Kurd û diyar kir: “Birêz dozger, ger hûn ji me bipirsin ka çima em tên darizandin, ez ji we re wiha vebêjim: Gelê me dixwaze xwe têr bike, nifşê xwe bidomîne û bijî. Tirk hezar sal berê dema hatin van axan, wan ev xwestin. Gava mirov ji perspektîfa biyolojîkî lê dinêre, her kes mafdar e lê her kes ne bihêz e. Ji aliyê biyolojîkî ve, tenê yên bihêz zindî dimînin. Ji bo ew yek çênebe me çand, qanûn û exlaq avakirin. Di warê çandî de em (Kurd) mafdar in.”
Demirtaş bal kişand ser ku ew û hemû hevalên xwe bi neheqî hatine girtin û wiha domand: “Ya ku welatê min ê dayikê Kurdistan dagir kiriye ev dewlet e. Yên ku peyman xera kirin Tirk bûn, ne Kurd. Em hemû bedêla van xetayan didin. Ji ber berxwedana li dijî çanda dagirker, zalim û yên ku peymanên ehlaqî binpê dikin bi berdewamî em têne darizandin. "
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin