PeyamaKurd - Hevserokê Meclîsa Sûriye Demokratîk (MSD) Riyad Derar, li ser di çend rojên dawî de kuştina rûspiyên eşîrên herêma Dêrazorê ragihand ku tiliya Enqere û Şamê di kuştina wan de heye ku armanca van kuştinan, derxistina fitneyê ye.
Derar got, opozîsyon û hikumeta Şamê, ji ber Projeya Rêveberiya Xweser wan aliyan ditirsînin, lewma hewl didin zirarê bidin ku ev alî li pişt sûcên kuştina serokeşîra ne, bi vê yekê hewl didin aloziyê derxînin.
Derar herwiha diyar kir ku Enqere jî bi rêya meclîsa eşîrên girêdayî dewleta Tirk dixwaze fitneyê di nava pêkhateyan de derxe û tevlîheviyê çêke.
Hevserokê MSDê daye xuyakirin ku ew bi şêx û rûspiyên êlên Dêrazorê re di nav têkiliyan de ne û hemû jî van tevliheviyan napejirînin.
Hevserokê MSDê bal kişandiye ser rola Astanayê û gotiye, divê li dijî van kirinan, xelkê herêmê yekîtiya xwe ava bike û ji lîstokan baldar bin.
Riyad Derar got: “Em bang li tevahî rûspiyên eşîran dikin ku dûrî kirinên tevliheviyê bin, nekevin xefka rejîm û dewleta Tirk. Herwiha giringiyê bidin aramiya herêmê û piştevaniya Rêveberiya Xweser bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin