PeyamaKurd – Rêvebirê pêwendiyên bi gel re yê rêvebiriya giştî yê deriyên Sûriyê û gumrikan Mazin Aluş ragihand ku xebatên deriyê Sêmalka yê ku di navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de ye, dê 6 roj vekirî bimîne û dê bixebitin.
Her dû teref yanî Rojava û Herêma Kurdistanê di encama hevdîtinan de li hev kirine ku derî ji bo 6 rojan vekirî bimîne. Heya niha di heftê de, derî 5 rok vekirî dima û li gor biryara her dû terefan, dê ji niha û pê de roja Şemiyê jî derî vekirî bihêlin.
Mazin Aluş, ragihand ku ev pêngavekî hevpare ku çûnûhata rêwiyan û malên bazirganî hêsan dike. Armanc geşkirina tevgera bazirganî, zêdekirina kalîta xizmetê û geşkirina bazirganiya navbera her dû terefaye.
Li gor ragihandina Rûdawê; Mazin Aluş, jê re daxwuyaniyê şandiye û diyar kiriye ku terefê Sêmalka amade ye xizmetê derxe 7 rojan.