‘Destekî siyasî li pist Agirê Singalyê ye: 2 ciwan sewitîn'

‘Destekî siyasî li pist Agirê Singalyê ye: 2 ciwan sewitîn'

PeyamaKurd - Nûnerê Şingalê di Encûmena Parêzgeha Mûsilê de Berkat Şemo dibêje, li sînorê Şingalê agir berdane dexil û genimê cotkaran û ji ber wî agirî 2 ciwan canê xwe jidest dane û nêzîkî hezar donim zevî jî şewitîne.

Berekat Şemo ji malpera KDP.info re ragihand: “Şevê din bi destekî nediyar, agireke mezin li sînorê Şingalê vêketiye, ku heta bi navçeyên Sinûn û Sorax ew agir çûye, ji ber vê yekê jî nêzîkî 1000 donim dexil û danê xelkê şewitiye. Herwiha 2 ciwan şewitîne û canê xwe jidest dane.”

Şemo wiha got: “Heya 3 saetan ew agir berdewam bû û ti otomobîlên vemirandina agir bi wan ve nehatin. Dema agir gihîşt gundê Borek 2 welatî bi navê Barzan Umer Gebo û Seîd Şêx Sebrî ku nikarîbûn xwe rizgar bikin, şewitîn û canê xwe jidest dan.”

Berekat Şemo wiha domand: “Em nizanin kê agir bi dexil û genmê cotkar xistiye, lê em guman dikin ku destekî siyasî li pişt wî agirî hebe û lêkolîn li ser wê şewatê destpê kiriye.”

Li gorî Şemo ew hêzên ku li Şingalê ne ne bêtawan in, ku nikarin Şingalê biparêzin û Şingal bêxwedî ye û Hikûmeta Iraqê qet xema Şingalê naxwe.

Piraniya dexil û dan û genim û cehê cotkarên Kurd li navçeyên Kurdistanî yên madeya 140 şewitîne û cotkarên Kurd dibêjin Erebên ku erdê Kurdan dagîr kirine û Erebên şofînî û tundrew bi qestî agir berdidin zeviyê Kurdan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin