Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkarî li malbatên Silêmanî û Helebceyê belav kir

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkarî li malbatên Silêmanî û Helebceyê belav kir

PeyamaKurd - Ofîsa Silêmaniyê ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) bi alîkariya Korek Telecomê alîkariya xurakan pêşkeşî 500 malbatên kêmderamet ên sînorê bajarokê Sîrwan û Xurmal ên parêzgeha Helebceyê kir.

Berpirsê bi wekalet ê ofîsa Silêmaniyê yê BCFê Kerîm Ebdulqadir ji BasNewsê re daye xuyakirin: “Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî bi alîkariya şîrketa Korek Telecomê 5 hezar û 500 paketên xurakê li bajar û bajarokên herêma Kurdistanê belav kirin. 500 paket li sînorê ofîsa Silêmaniyê yê Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî ku herdu parêzgehên Silêmaniyê û Helebcê digre navxwe.”

Kerîm Ebdulqadir got: “Rojên berî niha li navenda parêzgeha Silêmaniyê 500 paket xurak me dabeş kir û li qezayên Şarezûr û Seyidsadiq jî 500 paketên din hatin dabeş kirin. Îro jî li sînorê parêzgeha Helebcê li herdu bajarokên Sîrwan û Xurmalê 500 paket ji wê alîkariyê hatiye dabeş kirin û rojên pêş jî li navenda parêzgeha Helebcê emê alîkariyê dabeş bikin.”

Berpirsê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî diyar kir, “Ew malbatên birêz ku me alîkarî li ser wan belav kiriye, navên wan li îdareya nehiyeyan û rêxistina kêmendaman hatiye wergirtin û beşek ji wan jî bi rêya ofîsên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî navên wan hatine tomar kirin ku rojane serdan kirine.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin