PeyamaKurd - Artêşa Tirkiyê û komên çekdarên opozîsyonê yên girêdayî wê ku doh ji depoyên genim ên Şergirakêyê vekişiyabûn, car din vegeriyan wê herêmê.
Li gorî rêkeftina Rûsya û Tirkiyê doh komên çekdar ji depoyên genim ên gundê Şergirakê yê Girê Spî vekişiyan.
Çavkaniyên herêmê radigihînin ku artêşa Tirkiyê û komên çekdar îro ji nû ve vegeriyan depoyên genim yên Şergirakê yên Girê Spî.
Li gorî peymana di navbera artêşa Tirkiyê û Rûsyayê de, depoyên genim yên Şergirakê wê radestî hêzên Rûsya û rejîmê bihatina kirin.
Dîsa tê ragihandin ku komên çekdarên girêdayî Tirkiyê nêzî rêya M-4 a navneteweyî jî xalên kontrolê çêdikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin