PeyamaKurd - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Mustafa Çiftçi bîlançoya bûyerên trafîkê yên betlaneya 9 rojan a Cejna Qurbanê ji raya gştî re eşkere kir.
Li gorî daxuyaniyê li seranserî Tirkiye û parêzgehên Bakurê Kurdistanê, ji ber qezayên trafîkê herî kêm 70 kesan can daye.
Hate diyarkirin ku bi dawîbûna betlaneya dirêj a cejnê re, li gelek rêgel û xalên navendî yên girêdana bajaran trafîkeke pir zêde çêbûye û ji ber qelebalixiyê rê ji bo demeke dirêj asê mane.
Di vê maweyê de ligel hemû tedbîr û hişyariyan, ji ber qezayên li pey hev rû dane, bîlançoya windahiyên canî gihiriye asteke giran.