Di êrîsa SIHAya Tirk a ser Eyn Îsayê de 2 sivîl birîndar bûn

Di êrîsa SIHAya Tirk a ser Eyn Îsayê de 2 sivîl birîndar bûn

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama êrîşeke droneke Tirk (SÎHA) ya ser bajaroka Eyn Îsa ya Rojavayê Kurdistanê de, 2 kesên sivîl birîndar bûn.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, 2 kesên sivîl li Eyn Êsayê di êrîşeke droneke artêşa Tirkiyê de birîndar bûne ku îro 26ê Tîrmehê droneke artêşa Tirkiyê gundê Seyda yê Eyn Îsayê kiribû armanc.

HSDê daye xuyakirin, birîndarek ji bo nexweşxaneya Eyn Îsayê hatiye veguhastin û yê din ji ber giraniya birînên wî, ji bo nexweşxaneyeke Reqayê hatiye veguhastin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûrîyê (SOHR) jî îro 26ê Tîrmehê ragihandibû ku droneke Tirkiyê fermandarekî HSDê li gundê Bîr Ereb yê ser bi Girê Spî bombebaran kir û di encamê de, ew fermandarê HSDê hatiye kuştin, lê HSDê derbarê wê êrîşê de hîn daxuyanî nedaye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin