Di kargehekî li bajarê Meletiyê de, bi çekan li hev xistin: 4 kes birîndar bûn

Dîroka Weşanê :
Di kargehekî li bajarê Meletiyê de, bi çekan li hev xistin: 4 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Meletiyê li navça Yeşilyurdê li kargehekî, di navbera du terefan de pevçûn derket û bi çekan li hev xistin. Di encamê de 4 kes birîndar bûn.

Rûdan seet di 16.15an de li taxa Hoca Ahmed Yesewî di sîta Hurdacılar de qewimî. Rewşa birîndarekî ji wan girane û hêzên asayîşê 2 kesan xist bin çav.

Di kargehekî de di navbera A.A., M.E.A., A.A. û F.H., İ.Ş. de bi sedemeka nehat zanîn munaqeşe derket û bi çekan li hev xistin. Di encamê de A.A., M.E.A., F.H. û İ.Ş. birîndar bûn.

2 birîndar bi derfetên xwe û 2 birîndarên din di rêya tîmên tenduristiyê de birin nexweşxanê. Rewşa birîndar İ.Ş. baş nîne û jiyana wî di talûkê de ye.

2 kesên ku di nav pevçûnê de bûn, bi 2 demançan ve hatin girtin.