Di nav malê de bi bavê xwe û birayê xwe re pevçû: Bav kust û bira birîndar kir

Di nav malê de bi bavê xwe û birayê xwe re pevçû: Bav kust û bira birîndar kir

PeyamaKurd – Kesê bi navê Ahya Mehmetoğlu (77) ji bajarê Wanê ji bo sersaxieyîkî çû bajarê Hakkariyê û li mala kurê xwe Nusret Mehmetoğlu (50) bû mêvan. Di nav malê de di navbera bav û kur de munaqeşe derket. Di dema munaqeşê de kur Nusret Mehmetoğlu li bav Ahya Mehmetoğlu xist wî kuşt û birayê xwe Lezgin Mehmetoğlu giran birîndar kir.

Li ser gilîkirina morovên malbatê, polîs û tîmên tendursitiyê çûn ciyê bûyerê. Di kontrola tîmên tenduristiyê de hat zanîn ku bav Ahya Mehmetoğlu miriye. Cenazê wî birin morga nexweşxana dewletê ya Hakkariyê û birayê birîndar jî birin heman nexweşxanê.

Rewşa Lezgin Mehmetoğlu di xeterê de ye û polîsan Nusret Mehmetoğlu desteser kir û ew birin navenda polîsan da îfadê wî bigrin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin