PeyamaKurd – Şervanên HSD û çekdarên girêdayî Tirkiyê, li derdora Eyn Îsa ya Rojavayê Kurdistanê, şer kirin.
Li derdora bajarokê Eyn Îsa, şeva borî, şer û pevçûn di navbera şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û çekdarên girêdayî Tirkiyê de derketin.
Çekdarên opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê, hewl dan ku derbasî her du gundên Mişêrfe û Cehbel bibin. Hêzên HSDê rûbirûyê êrîşên komên çekdar bûne û rê li pêş derbasbûna wan bo nav her du gundên navborî girtine.
Çavkaniyên xwecihîdidin zanîn, şer û pevçûnên herî dijwar li nêzîkî gundê Mişêrfe li rojhilatê Eyn Îsayê derketine.
Tevî ku komên çekdar ragihandibûn, wan her du gundên Mişêrfe û Cehbel kontrol kirine, lê heta niha şer û pevçûn li ser her du gundan derdikevin.
Eyn Îsa bajarekî biçûk e, lê xwedî girîngiyeke stratejîk a mezin e. Eger ew bajar bikeve destê Tirkiyê û çekdaran, wê demê ev tê wê wateyê ku rêya di navbera Herêma Cizîrê û Kobanî de qut dibe.
Bajarokê Eyn Îsa, 47 kîlometreyan dûrî bajarê Reqa ye, 66 kîlometreyan li başûrê rojhilatê Kobanî ye û 30 kîlometreyan ji navenda bajarê Girê Spî dûr e, ew jî di bin destê hêzên Tirkiyê û komên çekdar de ye.
Girîngiya stratejîk a Eyn Îsa ji wê yekê tê, ku li ser rêya navdewletî ya M-4 Rodko ye. Rêya M-4 Cizîra Rojavayê Kurdistanê, bi Heleb, Laziqiyê, Hims, Hema û Şamê ve girêdide.
Rûsya pêşniyar dike, hêzên HSD 2 kîlometreyan ji Eyn Îsa vekişin, lê rêveberiyên wî bajarî weke xwe bimînin. Komên çekdar ên alîgirên Tirkiyê jî, 4 kîlometreyan ji rêya M-4 vekişin. Lê Tirkiyê bi wê pêşniyarê razî nebû, danûstandin derbarê wê navçeyê di navbera Rûsya û Tirkiyê de, berdewam in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin