Berdevkê eşîrên ‘Erebên sunnî yên Nînowayê Muzahim Hiwêt, ragihand ku di demeke nêzîk de di asta bilind de şandeyeke Emerîkayê, wê Bexda û Hewlêrê ziyaret bike û li ser herêmên Kurdistanî yên ku nîqaş hê li ser wan heye danûstandinan bikin.
Berdevkê eşîrên ‘Erebên sunnî yên Nînowayê Muzahim Hiwêt eşkere kir ku wan berî niha bi riya nûnerê xwe yê taybet, daxwaznameyek ji Hikûmeta Amerîkayê re şandibûn, ji bo ku Washington di navbera Hewlêr û Bexdayê de navcînçiyê bike.
Muzahim Hiwêt wiha dewam kir, Hikûmeta Amerîkayê bersiva me dan û gotin ku careke dî hêzên pêşmergeyan wê derbasî herêmên Kurdistanî yên ku nîqaş hê li ser wan heye, bibin. Amerîkayê Hikûmeta Iraqê jî di vê mijarê de agahdar kiriye. Di demeke nêz de di navbera hêzên Pêşmergeyan û artêşa Iraqê de odeyeke operasyonên hevbeş jî wê were avakirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin