PeyamaKurd – Di qeza li ser rêya navbera Meletiyê û Semsûrê otomobilekî bi serî li treylere ket û di encamê de Hacı Eren Turşucu (19) û 2 gêncên din jiyana xwe ji dest dan. Ajotvanê treyelerê jî birîndar bû.
Qeza ber destê êvarê seet di18.15an de qewimî. Otomobîla ku Turşucu dajot, di pala Reşadiye de, ji ser rêya xwe derket û derbasî şerîda dinê bû, bi treylerekî re li hev ket.
Di qezayê de Hacı Eren Turşucu, Keremcen Şahin (19) û Hacı Furkan Karaboğa (19) li ciyê qezayê can dan.
Ajotvanê treylerê Z.Ç. (45) birîndar bû. Tîmên pêwendîdar cenazan birin morga tib a edlî û birîndar jî birin nexweşxanê.