PeyamaKurd – Li gor xebata Rûdawê, rêjeyên geştiyaran yên di sersalê de seredana herêma Kurdistanê kirine aşkera bûn. Piraniya geştiyaran ji Orta Iraqê û Başûrê Iraqê seredana Kurdistanê kirine.
Li gor parêzgerê Erbîlê Umîd Xoşnaw; di sersalê de 88 hezar û 341 kes seredana Erbîlê kirine. Berdevkê daîra geştiyariya Silêmaniyê Goran Qadir ragihandiye ku ji heman deverên Iraqê, di ser 70 hezar kes de seredana Silêmaniyê kirine.
Berdevkê ofîsa geştiyariyê yê bajarê Duhokê Şemal Hirorî jî gotiye di nav 10 rojan de 50 hezar kes seredana Duhokê kirine, 5 hezarê wan li otêlan mane, hinek ji wan rojane seredanê kirine û hinek ji wan çûne Zaxoyê.
Jimara geştiyarên Helebçê li dora 30 hezarî û eger temaman kom bikin ser hev li dora 200 hezarî zêdetir geştiyar seredana Kurdistanê kirine.
Di nav 5 salên dawiyê de veberhênana ku li Herêma Kurdistanê bo geştiyariyê hatiye kirin; li dora 7,5 milyar dolariye ku di nav wan de otêl, motel, kompleksên geştiyariyê hene ku bi temamî digihê 80 projeyên geştiyariyê.