PeyamaKurd - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, 34 kesên din li Rojavayê Kurdistanê bi Korona ketine.
Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser Dr.Ciwan Mistefa bi daxuyaniyekê ragihand, îro 34 kesên din li navçeyên Rêveberiya Xweser a li Bakurê Rojhilatê Sûriyê bi Korona ketine, ku 21 ji wan zilam û 13 kes jî jin in.
Li gor Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser diyar kir, zêdetirîn haletên tomarkirî li herdu bajarên Hesekê û Qamişlo ne, ku li Hesekê 13 kes û li Qamişloyê jî 11 kes bi vîrusa Koronayê ketine.
Ciwan Mistefa destnîşan kir, 5 kes jî li Dêrikê, 4 kes li Amûdê û kesek jî li Girkê Legê bi vê vîrusê ketine.
Bi gotina Ciwan Mistefa 8 kes jî ji nexweşên Koronayê baş bûne û bi vê yekê re hejmara kesên ku heta niha baş bûne, gihîştiye 36 kesan.
Li gor amarên fermî yên Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser, ji destpêkê ve heta niha 253 kes li navçeyên wê rêveberiyê bi Koronayê ketine, herwiha heta niha 15 kes ji wan jî jiyana xwe ji dest dane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin