PeyamaKurd – Berdevkê serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şahab ragihand ku divê li Sûriyê, temamê mafên pêkhateyan bê parastin, demokrasi hebe, avahiyeka pir netewî û olî bê avakirin.
Dilşad Şehab, li ser seredana fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlum Ebdî û nûnere taybet yê Trump yê bo Sûriyê û hem balyozê Ankara yê DYAyê Tom Barrack de bo K24ê axifiye.
Şehab, ragihand ku Mazlum Abdi û Tom Barrack îro li Pîrmamê (17.01.2026) bi serok Barzanî re hatine cem hev û wê heyet îşev bi serokê Herêma Kurdistanê bi Nêçîrvan Barzanî re bicivin. Berdevk behsa rola Herêma Kurdistanê kir û got:
“Di erdnîgariyekî tije pirsgirêk de, em ne perçekî krîzê lê em serbilindin ku em perçeyekî ji çareserkirinêne. Rola me, çêkirina hêsankariyêye û anîna cem hev ya terefaye.”
Şahab li ser axaftina di rêya telefonê de ya serok Barzanî û serokê Sûriyê Ahmed Şara de got ku hewla serok Barzanî, perçeyekî ji çareseriya dîplomasiyêye. Şahab li ser pirsgirêka Kurdên Sûriyê jî got:
“Ji bo berya her tiştî ya girîng ku em mafên birayên xwe yên Rojava bixin bin garantiyê.”