PeyamaKurd – Balyozê Îtalyayê yê Bexdayê Nicolo Fontana behsa proja hukumeta Herêma Kurdistanê ya bi navê ‘Rûnakî’ kir ku proje dike ku 24 seet elektrîkê bide deverê.
Fontana, ji bo projê got ku kalîta jiyana xelkê bilind dike, bandora wê heye û proje dostê hawirdoriyê ye. Fontana ji bo K24ê axifîye û weha gotiye:
“Di axaftinên min yên bi hemwelatiyan re, min dît ku proje gelek bi bandor e. Ev proje nîşan dide ku hukumeta Herêma Kurdistanê ji bo xizmetên bingehîn ji xelkê re bike, biryardare û ev jî îsbata wê ye.”
Fontana got ku çarçova hawirdoriya projê gelek girînge ku dikarin polîtîka enerjiyê ya nûjen ya daîmî mirov bimeşîne. Fontana weha dewam kir:
“Bi taybetî tişta ku ez teqdîr dikim, di proja ‘Rûnakî’ de fektora hawridoriyê di plana pêş de ye. Di vê çarçovê de dikarim bêjim ku proje dostê hawridoriyê ye.”
Proja navborî, ewilî li çend taxên bajarên Erbîlê û Silêmaniyê dane destpêkirin û paşî li ciyên din dewam kirine. Armanca projê ew e ku girêdana bi jeneratoran re kêm bikin, di rêya sayacên biaqil yên elektrîkê de belavkirinê bikin û der û dorê biparêzin.
Hedefa hukumeta Herêma Kurdistanêye ku temamê welatiyên Kurdistanê heya dawiya salê ji vê xizmetê sûdê bigre an fêde bibîne.