Dîroknasê Kurd di bûyera trafîkê de can da

Dîroknasê Kurd di bûyera trafîkê de can da

PeyamaKurd - Serokê berê yê Akademiya Kurdî û yek ji damezrînerê Zanîngeha Dihokê Ebdulfetah Botanî, di dema vegera ji bajarê Mûsilê ber bi Dihokê ve, di encama bûyereke trafîkê de jiyana xwe ji dest da.

Hate ragihandin ku nivîskar û dîroknasê Kurd, Serokê berê yê Akademiya Kurdî û yek ji damezrînerê Zanîngeha Dihokê Ebdulfetah Botanî îro Sêşemê, 1ê Îlonê di encama bûyereke trafîkê de koça dawiyê kir.

Li gorî zanyaren Ebdulfetah Botanî bo tevlîbûna di şînekê de serdana bajarê Mûsilê kiribû û di dema vegerê de rastî bûyereke trafîkê hat.

Botanî ji bilî ku xwediyê hejmareke zêde ya berhem, nivîs û belavokan bû, yek ji damezrînerên Zanîngeha Dihokê bû.