PeyamaKurd – Bernameya helbestvanê Kurd ê naskirî Berken Bereh a li Pêşengeha Pirtûkan a Amedê ku doh 16ê Kanûnê dest pê kir, ji ber dirêjbûna bernameya Serokê Parlamentoya Tirkiyê yê berê Bulent Arinç, hate paşxistin û piştre jî hate betalkirin.
Berken Bereh nerazîbûn ji vê helwestê re nîşan da û got: “Ev heqaret ne li min, li vê çandê hatiye kirin. Çima evqasî hat paşxistin. Ên ku pişta stûyê wan qalind in, stûyê we jî li ber wan tê xwarê. Ji ber ku em Kurd in, hûn girîngî nadin bernameyê. Ev heqaret e û ez ti kesî bi ser xwe re nabînim. Ev 50 sal e, ez bi vî zimanî dinivîsim.”
Berken Bereh organîzatorên pêşengehê şermezar kirin û wiha pê de çû: “Ev bêtehmuliya li hemberî ziman û çanda Kurdî, cihê şermezarî ye û bêbextî ye. Ez bi hemû hestên xwe ve bi tundî vê yekê şermezar dikim. Bimre koledarî, em ê biser bikevin.”
Bi hewlên hezkiriyên wî bernameya helbestvanê Kurd Berken Bereh li eywana têketina avahiya fûarê birêve çû.
Piştî bernameyê li ser medya civakî jî partî, sazî û gelek kesan helwesta dijî Berken Bereh şermezarkir kir û dirûşma ‘Bimre Koledarî!’ jî bû rojev.
"Bimre koledarî!"@berken_bereh #BerkenBereh pic.twitter.com/77QxLMdqGo
— Selim Temo (@temoselim) December 16, 2023
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin