PeyamaKurd - Endamê Encumena Parêzgeha Mûsilê Seydo Çeto daxwaz kir ku, "Bila Heşda Şabî jî wek PKKê ji Şingalê derkeve."
Endamê Êzîdî yê Encumena Mûsilê Seydo Çeto ji malpera KDPê re ragihand ku PKKê biryar daye hêzên xwe ji Şingalê vekişîne lê heta niha bi temamî ji Şingalê derneketine.
Serokê Frakisyona Brayetî û Pêkvejiyanê di Encûmena Parêzgeha Mûsilê de Seydo Çeto her wiha got, ji ber wê jî hîn metirsî li ser Şingalê heye.
Çeto daxwaz kir ku Heşda Şabî jî ji Şingalê derkeve û wiha ifade kir, “ji ber ku xelkê Şingalê ne dixwaze PKK li wir bimîne ne jî Heşda Şabî, ew tenê dixwazin hêzên Pêşmerge wan biparêzin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin