PeyamaKurd – Serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak hevdîtina xwe ya sibê ya bi Serokwezîrê Yûnanîstanê Kyriakos Mitsotakis re betal kir.
Mitsotakis di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got, "Ez nerehetiya xwe diyar dikim ku Serokwezîrê Brîtanyayê bi saetan beriya hevdîtinê hevdîtina me ya ku hatibû plankirin betal kir."
Mîtsotakis diyar kir, têkiliyên navbera Yûnanîstan û Brîtanyayê yên dîrokî yên dostaniyê hene û got, çarçoveya têkiliyên her du welatan gelekî berfireh e.
Mîtsotakis got, "Nêrînên Yûnanîstanê yên derbarê Mermerên Elgîn de zelal in. Hêvîdar im ku bi hemtayê xwe yê Brîtanyayê re li ser van û mijarên mezin ên rojeva navneteweyî yên wekî Xezze, Ukrayna, krîza avhewayê û koçberiyê biaxivim. Her kesê bawer dike ku nêrînên wan rast û dadperwer in, tu carî ji nakokiya nêrînan natirsin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin