Ji AKPê serlêdana betalkirina saredariya Ahmet Turk: Hem nexwes e, hem kal e!...

Ji AKPê serlêdana betalkirina saredariya Ahmet Turk: Hem nexwes e, hem kal e!...

PeyamaKurd – Rêxistina Mêrdinê ya AKPê serî li Saziya Bilind a Hilbijartinê YSKê da, ji bo ku şaredariya Ahmet Turk were betalkirin.

Rêxistina AKPê ku di hilbijartinên Mêrdînê de bi fereqeke mezin têk çûye, wekî sedem jî kalbûna Ahmet Turk nîşan da, lê serlêdana wan hat redkirin.

Di serlêdana lijneya bajêr ya hilbijartinê de AKPê got, ji ber ku Ahmet Turk ‘hem nexweş e hem jî kal e’, nabe bibe şaredar û daxwaz kir mazbateya şaredariyê bidin namzedê AKPê yê bûye duyemîn Mehmet Vejdî Karhraman.

Di serlêdana AKPê de herwiha hat diyarkirin ku Ahmet Turk bi KHKyê ji wezîfeya şaredariyê hatiye dûrxistin ku YSKê jî biryar derxistibû kesên bi KHKyan ji kar hatine dûrxistin werin hilbijartin jî nebin şaredar.

Serlêdana AKPê ji aliyê lijneya hilbijartinê ve hat redkirin, lê hîn jî nayê zanîn dê mazbeteya Ahmet Turk bidin yan nadin.

Ahmet Turk li Mêrdînê 56,24%ê dengan wergirtibû, namzedê AKPê jî 38,53%ê dengan standibû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin