PeyamaKurd - Serokê Civata qezaya Şingalê diyar kir, gelek ji revandiyên êzdî di nava navçeya Baxoz a Sûriyê de mane û hîn rizgar nebûne û terorîstên DAIŞê wan wek mertalê mirovî bikartînin.
Serokê Civata qeza Şingalê Weyis Nayif ‘’Em bangewaziya xwe digehînin hemû dewletan û hêzên hevpeymanan, ku parastina jiyana revandiyên êzdî yên nava Baxozê de bê kirin.
Heya niha hejmarek zêde ya revandiyên êzdî di Baxozê de mane û ji aliyê rêxistina terorîst a DAIŞê ve wek mertalên mirovî bikartînin. Em hêvîdarin operasyonên taybet bên kirin, bo rizgar kirina jiyana hemû revandiyên êzdî. Ji ber rastî jî metirsiyeke mezin li ser jiyana revandiyên nav Baxozê de heye. Em hêvîdarin baştir kar bê kirin bo parastina jiyana zarok û jinên revandî.’’
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin