Pentagon car din balafira fezayê disîne çerxa wê

Pentagon car din balafira fezayê disîne çerxa wê

PeyamaKurd- Artêşa Amerîkayê, wê alava testê ya X-37B Orbitalê, di 16 ê gulanê de dişîne fezayê da li ser çerxa xwe bicîh bibe. Bi alavê re wê ekîpmanên testê jî bên şandin.

"Alava testê ya Orbital X-37B " bo ceribandinên cûr bi cûr tê şandin. Şandina alavê wê ji baregeha Florîyadê ya bi navê Cape Carnaval ku baregeha hêzên hewayiye, bê şandin. Wê pê re peykekekî ku navê wê "FalconSat-8" e jî bê şandin.

Balafira fezayî ya NASA yê, wê bandora radyasyonê ya li fezayê, hilberîna mehsûlan, tovên mînak û plakayan jî bişîne fezayê. Di nava ceribandinê de, wê testa enerjiya rojê bê karibin bikin enerjiya mîkropêlê an na, bê testkirin.

Di pêvajoya ceribandinê de, hêzên hewayî yên Amerîkayê cara yekem di adara 2010an de şandibû fezayê û li wê derê 224 roj mabû. Cara duyê di adara 2011an de hatibû şandin û 468 roj mabû. Di sala 2012an de, di şandina seyem de 674 roj, di gulana 2015an de, di cara çarê de 718 roj mabû. Sala borî di çûna 5 emîn de 780 roj li fezayê mabû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin